Break newsNûçeslide

Serkirdeyekî Heşda Şebî rêkeftina ligel YNK eşkere dike

Yekîtî Media 16/10/2017

Serkirdeyê Heşda Şebî Cebar El Memûr, behsa rêkeftina ligel hinek serkirdeyên YNK kir û ew weke (Rêkeftina Aqilmendan) bi nav kir.

Cebar El Memûr got, li gor wê rêkeftina di navbera hinek serkirdeyên YNK û Heşda Şebî de, wê hêzên Heşda Şebî bikevin Kerkûkê û bêku şer derkeve.

Cebar El Memûr her wiha ew rêkeftina sirrî eşkere kir û got, YNK wê rê bide Heşda Şebî ji bo ku derbasî nava Kerkûkê bibe û dest deyne ser bîrên petrolê.

Li gor wê rêkeftinê Heşda Şebî û YNK ku Berpirsên partiya Malikî serpereştiya wê kirine, milîsên Heşda Şebî derbasî beşekî Kerkûkê bûn.

Hêzên Lehor Şêx Cengî û kurê Celal Talabanî, Bafil Talabanî bi Heşda Şebî re itîfaq kirin û cihê xwe dane wan.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button