Break newsNûçeslide

Serkirdeyê YNK Sedî Ehmed Pîre destpêşxeriya xwe bo çareseriyê li Kurdistana Sûriyê pêşkêş dike

Yekîtî Media 4/7/2016

Roja Yekşemê 3ê meha Tîrmehê li bajarê Ziyûrix li Swêsra, endamê nivîsgeha siyasî ya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan YNK Sedî Ehmed Pîre semînarek siyasî pêşkêşkir.

Di bersiva Pîre li ser pirseke nûçegihanê Yekîtî Media li Siwêsra li ser projeyê dê YNK bo nêzîkbûnê di navbera ENKS û TEV-DEM de pêşkêş bike , Pîre got: pêwîste hêzên Kurdistanî yên mezin li gel hev rêkeftinekê deynin wê çaxê nakokiyên li Kurdistana Sûriyê dê nemînin, herweha got giring e ku PKK rêzê li hemû partiyên siyasî li Kurdistana Sûriyê bigre, û divê hemû hêzên Kurdistanî destêwerdanê di karûbarê wan partiya de mekin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button