NûçeslideUncategorized

Serkirdayetiya partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya simînarek li Serêkaniyê bi rêvebirin

Yekiti Media

Li bajarê Serkaniyê simînareke siyasî roja Înê 26-7-2019 ji hêla sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya Silêman Oso û endama komîta Siyasî Nisrîn Çito hate bi rêvebirin.

Silêman Oso di simînarê de li ser pişhatên dawî yên siyasî li ser asta Sûriyê û deverên Kurdî axivî .

Oso destpêşxiriya Ferensî ku di navbera Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û Tevgera Civaka Dîmuqrat (TEV- DEM) anî ziman û di heman simînarê de li ser rewşa rojhilatê Ferat û avakirina herêma aram axivî.

Ji hêla xwe ve endama komîta Siyasî ya partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya Nisrîn Çito li ser rola jinê di civakê de û beşdariya wê di qada siyasî de axivî û doz li jina Kurd kir ku rewşa xwe bêtir aktîv bike.

Di dawiya simînarê de rê li ber pirsên beşdara hate vegirin yên ji hêla xwe ve simînar zengîn kirin.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button