
Şerên li herêmê û Encamên wan ji bo Kurdan
• Mohamad Jaman
Şer çiye?
Şer pevçûnên çekdarî yên di navbera pêkhateyên cuda de, çi dewlet û çi jî komên çekdar bin , bi armanca ji nû ve rêxistinkirina / organîzekirina hêzê yan jî bi destxistina armancên stratejîk in.
Dibe ku ev şer awayên / şiklê rûbirûbûna tund û organîze bibin, ango dibe ku ew rasterast an nerasterast bikaranîna hêza leşkerî jî di nav xwe de bikin. Ev nakokiya dijwar û tund a li Rojhilata Navîn bi piranî di navbera dewlet û koman de ye û her yek ji wan dixwaze bi zorê îradeya xwe ferz bike. Şerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin gelek paşxane û sedem hene ku hin ji wan olî û hin jî neteweperest in. Piraniya van şerên ku bi sedan salan domdar di navbera çend neteweyan de ne, an jî ji hêla çend neteweyan ve di nav xwe de têne meşandin: Ereb, Tirk, Faris û Cihû/Îsraîl.
Sedemên bingehîn ên van şerên di navbera van neteweyan de kontrola li ser herêmê ye. Rastiya berçav ku destêwerdana welatên din di karûbarên navçeyê de rewa dike, ew e ku heman welatên navçê naxwazin û hewla çareserkirina kêşeyên navçeyê û çareserkirina kêşeyên di navbera wan welatan de nadin. Ji ber vê yekê welatên biyanî destwerdanê dikin û nakokiyên dijwar ên vê dawiyê yên di navbera Îsraîl û welatên herêmê de mînaka vê yekê ye.
Gelên ku ji mafê jiyan û jiyana azad û bi rûmet bêpar in û ji ber vê sedemê dikarin ji derve alîkariyê bixwazin. Ev yek di nav sedemên din de ye ku destwerdana derve mumkin dike.
Divê bê gotin ku eger welatên herêmê dixwestin kêşe û pirsgirêkên gelên xwe çareser bikin û prensîbên mafên gelan ên azadî û rûmetê û bawerî bi mafê beşdarbûna bi bandor di rêvebirina dewleta herêmê de bi kar bînin, welatên rojava destêwerdanê di karûbarên herêmê de nedikir.
Pirsgirêka kurd jî di nav wan pirsgirêkan de ye ku rayadarên herêmê ji çareserîya rewa re naxwezin. Lê belê ew çewsandinê li ser kurdan bêhtir dikin. Bo van rewşan şoreş, serhildan û daxwazên mafên kurdan yên siyasî û çandî û mafê çarenûsa gelê kurd wek gelên din ên cîhanê zêde dibin .
Ji ber ku Kurd li çend welatên Rojhilata Navîn belav bûne, ew bi her tiştê li herêmê diqewimin eleqedar in.
Gelê Kurd ji bo ku li herêmê mafê xwe bidest bixe biryara têkoşînê daye, rola wan her diçe geş dibe, û berfireh dibe. Ew di Turkia , İran , Iraq û li Suria çalak in, hem di bin bandora van şerên wêranker de ne, hem bi erênî û hem jî bi neyînî.
Dibe ku Kurd bibin karteke van çalakiyan û di pêşerojê de ji van nakokiyan sûd werbigirin. Lê bi her awayî, bê çareseriyeke adil û rewa a pirsgirêka Kurd, herêm aram nabe. Gelê Kurd û tevgera wî ya siyasî ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî û niştimanî bi erka xwe radibe û ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li navçeyê têdikoşe.
Di dawî yê de divê bê gotin ku encamên van şerên mezin ên li Rojhilata Navîn, bi taybetî di navbera Îsraîl ji aliyekî û Îran û aliyên din ji aliyê din ve, dikare guhertinên jeopolîtîk pêk bîne. Di van şerên dawî yên li herêmê de wê kurd jî bê sûd nemînin. Bi gotineke din wê bi rengekî ji
rengan mafên xwe bi dest bixin.


