Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serbest Lezgîn: Qebûl nakin Heşda Şeibî li sînorê Şingalê bimîne

Yekîtî Media 15/5/2017

Serperiştê mihwerê Şingalê ragihand, Heşda Şeibî em agahdar kirine ku dest bi operasyoneke nû bo kontrolkirina bajarokê Qeyrewan ya ser bi Şingalê ve kirine, herçend e em nîgeran bûn, lê Heşda Şeibî ti bersiva me neda û bi biryareke tekalî operasyona xwe dest pê kir.

Serperiştê mihwerê Şingalê Serbest Lezgîn ji ajansa “Anadolu” re got: “Herçend e biryar hebû, ku bê rlkeftina leşkerî di navbera Bexda û Hewlêrê operasyoneke hevbeş a artêşa Iraqê û hêza Pêşmerge bo kontrolkirina navçeyên di bin destê DAIŞê pêk bînin. Lê mixabin Heşda Şeibî destpêşxerî kir û bê guhdana bi rêkeftina leşkerî, operasyonek li bajarokê Qeyrewanê ya ser bi Şingalê ve encam da.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button