Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Sedî Pîre: sedemên paşketina çûna şanda herêmê bo Bexdayê aşkere dike

Yekîtî Media 25/3/2017

Endamekî Polîtbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) radigihîne, paşketina pêkanîna şandekê bo Bexdayê, pêwendiya wê bi rewşa siyasî heye.

Endamê Polîtbîroya YNKê Sedî Ehmed Pîre li ser paşketina pêkanîna şanda Herêma Kurdistanê y abo Bexdayê û yekalîkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de ragihand, paşketina wê serdanê pêwendiya wê bi rewşa siyasî heye, ji ber ku di demên dawiyê de pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi awayekî sar bûbûn.

Pîre got jî: “Niha şanda hevbeş ya Iraq û Kurdistanê li piraniya civînên navxweyî û navdewletî bi hev re beşdar dibin, lê bo yekalîkirina madeyên destûrê û pirsa maf û destkeftên Pêşmerge û pirsa şeraketê di navbera herdu aliyan de, pêwîstiya wan bi guftûgoyê hene.”

Biryar bû, şandeke ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bo yekalîkirina pirsa Serxwebûnê û madeyên destûrê û pirsa maf û destkeftên Pêşmerge û pirsa şeraketê di navbera herdu aliyan de serdana Bexdayê bikira.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button