Break newsNûçeslide

Sê welatên cîhanê dixwazin Pêşmerge bibin beşek ji hêzên aştîparêzên Netewên Yekgirtî

Yekîtî Media
Rêvebirê pêwendî û hevrêziyên derve di wezareta Pêşmerge de emîd rukin Hejar Umer ji ragihand, ku fermandarên hersê welatên Almanya, Siwêd û Finlenda ku li Hewlêrê hêzên Pêşmerge rahênan dikin, piştevaniya her bizavekê dikin ku hêzên Pêşmerge bibin beşek ji hêzên aştîparêz yên ser bi Netewên Yekgirtî ve.
Herwiha Hejar Umer eşkere kir ku ew pilan di civînên vê dawiyê yên fermandarên Pêşmerge li gel fermandarên hêzên Hevpeymanan hatiye gotûbêjkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button