Break newsNûçeslide

Şandeke ENKSê serdana Moskoyê dike

 Yekîtî Media 6/9/2017

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) serdana Rûsyayê dike û ligel Wezareta Derve ya wî welatî dicive.

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihand, şandeke ENKSê bi serokatiya wî û endametiya her yek ji endamên Komîta Pêwendiyên Derve Kamîran Hac Ebdo û Mistefa Sîno û endamê ENKSê di Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de Fûad Elîko sibe digihên Rûsyayê.

Biro aşkere kir, serdana wan çend rojan berdewam dike û biryar e ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîkhaîl bogdanov û Enstîtuya Rojhilat ji bo Vekolînan bicivin.

Li gor karnameya serdanê, biryar e pêşhatên siyasî û leşkerî yên li Sûriyê û aktîvkirina rola ENKSê di nava opozîsyona Sûriyê de mijarên civînan bin.

Herwiha encamên civînê jî di konferanseke rojnamevanî de li Moskoyê dê bên aşkerekirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button