NûçeslideUncategorized

Şandeke Emerîkî dê li gel Eniya Aştî û Azadiyê bi cive

Yekiti Media

Di demeke nîzîk wê şandeke Emerîkî li gel Eniya Azadî û Aştiyê bi cive li gor daxuiyaniya serkirdeyekî ENKS.

Endamê desteya serokatiya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Mihemed Ismaîl di daxuiyaniyekê ji hin alavên ragihandinê re diyar kirk u di demeke nêzîk de wê şandeke Emerîkî bi ser wezereta karê derve ve wê li gel Eniyê bi cive.

Ismaîl di daxuiyaniya xwe de balkişand ku Emerîka razîbûna xwe derbarê damezrandina Eniyê Eşkere kir.

Tê zanîn ku di 28 heyva bûrî de Eniya Azadî û Aştiyê di navbera ENKS û Rêxistina Asûrî û Şepêla Elxed û Encumana Êlên Erebî de hat damezrandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button