Nûçe

Şandek ji Yekîtî Kurdistanî pîrozbahiya rojnamevan Husam kir

Şandek ji serkirdeyên PYK-Sê serdana ofîsa rêxistina Aşûrî demokrat li bajarê Dêrikê kir, ji bo pîrozbahiya rojnamevan Husam Elqis ku serbest hate berdan..

Şanda Kurdistanî ji endamên komîta konevanî “Nefîsa Elî, Weys Şêxê” , û endamê komîta navendî Hesen Çeb û endamên rêxistina Dêrikê pêk hatibû, û ji aliyê endazyar Gabraêl Moşê berpirsê pêwendîyan di rêxistina Aşûrî de hatin pêşwazîkirin .

Piştî ku Kurdistanî pîrozbahiya rojnamevan Husam ku endamê nivîsgeha ragihandinê ya Bera Aştî û Azadiyê jî kir, her du alî li ser pêşveçûnên dawî yên siyasî di herêmê de û şêweyên pêşketin û aktîvkirina Bera Aştî û Azadiyê ku ENKSê û rêxistina Aşûrî tê dene gengeşkirin, û herwiha girtina rojnamevan Husam şermezar kirin.

Her du aliyan tekezî kirin ku divê rewşên girtina siyasî û bi zorê bisekine, û girîng e karê ragihandinê bi serbest û azadî li herêmê bixebitin.

Hêjayî gotinê ku komek çekdar ê PYD’ê roja pêncşemê 3ê Pûşberê rojnamevan Husam Elqis girtin û duh wî serbest berdan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button