Nûçe

Şandek ji tevgera çaksazî pîrozbahiya Yekîtî kir ku ofîsa xwe ji nû ve de vekir

Şandek ji tevgera Çaksazî ya Kurdî li sûriyê serdana bargeha Yekîtî li bajarê Dêrikê li Kurdistana Sûrîyê kir, û pîrozbahîya wan kir derbarê nû Vekirina bargehê.

Şanda Çaksazî bi serokatiya Welîd Ferman endamê nivîsgeha cîbicîkar pêk de hat, û ji aliyê endamê komîta navendî ya Yekîtî Hesen Çep hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, Ferman nîşan da li ser girîngiya pêwendiyan di navbera her du partiyan û pêwîstiya xurtkirina wê, ku xizmeta dosya gelê kurd li Sûriyê de bike.

Ferman tekezî kir li ser pêwîstiya yekhelwesta siyasî ya Kurdî li sûriyê di derbarê piştgirtina danûstandinên di navbera ENKSê û PYNKê.

Ji aliyê xwe ve endamê komîta navendî ya Yekîtî Hesen Çep bi xêrhatina şanda tevgerê kir, û di heman demê de tekezî kir ku bergeha Yekîtî ew ê di xizmeta hemwelatiyên Dêrikê û ENKSê û partiyên siyasî de be..

Hêjayî gotinê ku şandên siyasî û Çandî û civakî pîrozbahiyê vekirina ofîsê kirin..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button