Break newsRaportslide

Şandek ji partiya Yekîtî serdana bargeha PDK-S li Qamişlo kir

Yekîtî Media 1/12/2016

Şandek ji partiya Yekîtî ya Kurd serdana bargeha partiya demoqratî Kurdistanî – Sûriya li Qamişlo kir, ji bo pîrozbahîkirina herdû endamên wan yên serbest berdayî ji zindanên Asayişa PYDê.

Şanda partiya Yekîtî bi serkirdyetiya cîgirê sekretêrê partiyê Hesen Salih, serbest berdana Ebdilkerîm Hajî endamê komîta navendî ya PDK-S û Ebdilmelek Hito endamê komîta herêmî pîrozkir.

Di pêşwaziya wan de hejmarek ji serkirdeyên PDK-S amade bûn, ji wan endamê mekteba siyasî Neşat Zaza û Ebdilkerîm Hajî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button