NûçeslideUncategorized

Şandek ji ENKS li gel serok Barzanî civiya

Yekiti Media

Roja pêncşemê 10-10-2019 nivîsgehên serokatî û têkiliyên karê derv tên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li gel seroka Mesûd Barzanî li Hewlêrê civatek li darxistin.

Di civatê de sero Barzanî li şirovekirinek berfire ji hêla endamên herdû nivîsgehên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li ser pêşhatin dawî li ser asta Navdewletî û Herêmî derbarê rewşa Sûriyê û deverên Kurdî guhdar kir.

Di heman civatê de encamên hevdîtin û dîdarên ku nivîsgeha karê derve ya ENKS ku  li gel raydarên Erebî û yên biyanî hatibûn kirin  ji serok re hatin eşkerekirin.

Ji hêla xwe ve serok Mesûd Barzanî metirsiyên xwe derbarê rewşa gelê Kurd li Sûriyê anî ziman, û di heman demê de razîbûna xwe ji karê ENKS diyar kir û doz li wan kir ku xebata xwe bi hêztiri bikin û diydar û hevdîtinan li gel welatên Navdewletî û Erebî û refên rikberiya Sûrî berdewam bikin.

Tê zanîn ku ev civat li ser vexwendina serok Mesûd Barzanî hate li darxistin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button