NûçeslideUncategorized

Şandek ENKS li Mosko li gel bogdanof civiya

Yekiti Media

Şanda nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê  ENKS, li paytexta Rûsya Mosko roja Sêşemê ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsî Mîxaîl Bogdanof civiya.

Şanda ENKS ku ji herdû endamên nivîsgeha Pêwendiyên Derve Ibrahîm Biro û Kamîran Haco ku pêkdihat li gel aliyê Rûsî pêhatên dawî li ser asta siyasî gengeşekirin.

Di heman civatê de rewşa siyasî derbarê Sûriyê û avakirina komîta Destûrî û awayên çareseriyê li Sûriyê geftîgo kirin .

Rewşa rojhilatê Firat yek ji mijarên civata ENKS li Bogdanof bû û derbarê wê û çawaniya parastina wê ji şer û pevçûnê.

Di dawiya civatê de berpirsê Rûsî tekezî li ser yekbûna xak Sûriyê kir û piştgiriya welatê xwe ji pêvajoya siysî re eşkere kir.

Tê zanîn Şanda nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê  ENKS bi awayekî fermî jib o serdana Mosko ji hêla wezareta karê derve hatibû Vexwendin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button