Break newsNûçeslide

Şanda Kurdistanê ligel hejmarek ji serkirdeyên Iraqê û balyozên welatan dicive

Yekîtî Media 15/8/2017

Biryar e îro şanda Encûmena Bilind a Referandûmê li bexdayê ligel hejmarek ji serkirdeyên Iraqê û balyozên welatan bicive û guftûgoyan derbarê birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin.

di roja duyem de şanda Encûmena Bilind a Referandûmê ligel her yek Balyozxana Amerîka, Îran, Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm û Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şî’î Emar Hekîm dicive.

Got jî, yekem civîna şanda Herêma Kurdistanê ligel Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman dicive.

Şanda Encûmena Bilind a Referandûmê, duh êvarê 14 Tebaxê gihêşt Bexdayê, bo pirsa referandûmê ligel berpirsên partîtî û hikûmî yên Iraqê gotûbêj bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button