Break newsNûçeslide
Şanda komîta siyasî ya partiya Yekîtî serdana pêgeha Firqeya 2 ya Pêşmergeyên Roj li Rebîa kir
Yekîtî Media 9/9/2016
Doh pêncşemê 8ê Êlûnê, şanda komîta siyasî ya partiya Yekîtî ya kurd li Sûriyê serdana pêgeha firqeya 2 ya pêşmergeyên Roj li nahiya Rebîa ya sînorî kir.
Şanda partiya Yekîtî bi serokatiya Ibrahîm Biro bû û endametiya çend endamên komîta siyasî , ji rex serkirdeyê Firqeya 2 eqîd Ebdilqadir Şêx Memê û cîgirê wî muqedem Dilovan Robarî hat pêşwazîkirin.
Şanda partiya Yekîtî goriyên pêşmergên Roj di ber xaka Kurdistanê de pîroz kirin û bilind nirxandin wek erkekî netewî û ji bo serkeftina projeyê netewî kurdî.