Break newsRaportslide

Şanda Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê ya Batmanê çû Serdana HUDA-PAR’ê

Yekîtî Media 15/8/2017

Roja 14’ê Tebaxê şandeya Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê ya Batmanê çû serdana HUDAPAR’ê. Serok û endamên HUDAPAR’ê bi dilgermî pêşwaziya şandeyê kir.

Berdevkê Înîsiyatîfê Aydın Uneşi derbarê armanc û xebatên Înîsiyatîfê de hin agahdarî dan û got em weke Înîsiyatîf di vê baweriyê de ne ku êdî mesele ji piştgiriyê derbas bûye, bûye meseleya xwedîlêderketinê. Her wiha Uneşi bi helbesta Cegerxwîn a dibêje “heta hûn xanî ava nekin bi rindî li ser rengê boyaxê nebin du bendî” balê kişand ser rewşa kurdan a heyî û domand; kurd neçûne daw û doza xak û avên xelkê nakirine, li welatê xwe ne û mafê xwe yî rewa bi rê û rêbazeke demokratîk dixwazin.

Piştî axaftina Uneşî serokê HUDAPARê yê Batmanê Davut Şahin, piştgiriya xwe eşkere kir û got ku ew weke HUDAPAR’ê rêz li vê biryara ku Hikumeta Herêma Kurdistanê wergirtiye digirin û bi dil û can li cem xelkê xwe ne ku xebata vê rapirsînê dimeşînin û wisa domand: “Piştî ku kurd karibin birêvebirina xwe ew bixwe bikin divê em giş piştgiriyê bidin û biratiya xwe nîşan bidin.” Her wiha Şahin diyar kir ku di meseleya rapirsîna serxwebûnê de ew bi rêvebiriya Başûr re di nav têkiliyê de ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button