Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Yekîtî Media 29/8/2016

bi armanca danûstandin ligel berpirsên Bexdayê, îro danê sibehê şandek bi serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ber bi Bexdayê ve bi rê ket.

Herwiha her yek ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û Cîgirê berê yê Serokwezîrê Iraqê Dr.Roj Nûrî Şawês endamên wê şandeyê ne.

Biryar e berî nîvro şandeya bilind a Herêma Kurdistanê ligel Serowezîrê Iraqê Heyder Ebadî bicive.

Biryar e şanda Herêma Kurdistanê di wê serdanê de pêwendiyên Hewlêr û Bexda, herwiha pirsgirêka petrolê û şerê li dijî DAIŞ ê gotûbêj bikin.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button