Break newsNûçeslide

Şanda ENKSê civînên Cenêvê baykot dike

Yekîtî Media 30/3/2017

Nûnerên ENKSê di danûstandinên Cenêvê de civînên Desteya Bilind ya danûstandinê li Cenêvê baykot kirin.

Nûnerên ENKSê di danûstandinên Cenêvê de daxuyaniyek belav kirin ku çapek jê gihêşt destê Yekîtî Media, tê de tekezî li ser wê yekê kir ku, Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) di riya Desteya Bilind ya Danûstandinan re beşdarî danûstandinên Cenêvê bû, bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re.

Di daxuyaniyê de hat jî, nûnerên ENKSê di Desteya Bilind û Desteya Danûstandkar de pêşniyar kirin ku nameyek bi navê desteyê pêşkêşî De Mistura bibe, da ku nûnertiya Kurd di danûstandinan hebe û pirsa doza Kurdî û dozên pêkhateyên din têkeve karnameya danûstandinan.

Endamên Kurd di danûstandinên Cenêvê amaje bi wê kirin ku, lê ew pêşinyara ji aliyê Desteya Bilind ve nehat pejrandin, ji ber ku nûnerê Desteya Hevahengiyê (Tensîq) û hin kesên din xwestin doza Kurdî bê piştguhkirin. Vê yekê jî hişt ku gelek pirs û gûman derbarê rastiya wê desteyê û pabendiya wê bi belgeyên xwe û gerentiya mafê Kurd û herwiha mafê Tirkmen, Aşûr û Siryanan li Sûriyê nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat jî, “Tevî ku em sipasiya dengên niştimanperwer dikin yên ku li kêlek helwesta me bûn. Lê em siyaseta piştguhkirin û dûrxistinê red dikin. Herwiha em dibînin ku ti sûde ji berdewamiya me di civînên Desteya Bilind de di vê gera Cenêvê de tune ye, lewra em beşdariya xwe di civînan de baykot dikin. Herwiha her belgeyek jî bê amadebûna me ji De Mistura re were pêşkêşkirin jî red dikin û pabendî wê jî nabin.”

Dxuyanî bi navê Endamê Desteya Bilind Ebdilhekîm Beşar, Endamê Desteya Danûstandkar Fûad Elîko, Endamê Şêwirmendiyê Hewas Egîd hatiye belavkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button