Break newsNûçeslide

Şanda ENKS ligel wezîrê karûbarên Rojhilata Navîn yê Birîtanya re civiya

Yekîtî Media
Şandeke ji Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî Kurdî (ENKS), bi endamtiya Serokê wê komîtê Kamîran Haco û Ibrahîm Biro, bi vexwendineke fermî ji Hikûmeta Birîtanya, serdana Londonê kir.
Di wê serdanê de, şanda ENKS li gel wezîrê karûbarên Rojhilata Navîn yê Birîtanya û li gel berpirsê doseya Sûryê di wezareta derve ya Birîtanî de û li gel tîmeke mezin ji berpirs û pisporên doseya Sûryê û Tirkiyê yên ser bi wezareta derve ya Birîtanya ve civiya.
Şanda ENKSê di civîna xwe de li gel wezîrê karûbarên Rojhilata Navîn yê Birîtanya, dawîn pêşhatên Efrînê û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û rewşa Sûryê bi giştî gotûbêj kir.
Ji aliyê xwe ve, wezîrê Birîtanî tekez kir ku welatê wî amade ye di zûtirîn dem de alîkariya Efrînê bike, lê pêwîst e Tirkiye rê li ber wan veke.
Li gorî zanyariyan, biryar e di rojên pêş de, şanda ENKSê serdana welatên Rûsya, Frensa û Finlenda jî bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button