Break newsNûçeslide

Şanda ENKS gihişt Moskoyê û ligel Wezareta Derve ya Rûsyayê dicive

Yekîtî Media 7/9/2017

Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi serokatiya serokê ENKSê Ibrahîm Biro li Moskoyê ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê wî welatî Mîkhaîl bogdanov dicive.

şanda ENKSê ya bi serokatiya serokê ENKSê Ibrahîm Biro li avahiya Wezareta Derve ya Rûsyayê ligel Şêwirmendê Serokê Rûsyayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê wî welatî Mîkhaîl bogdanov di civînê de ye.

Şanda ENKSê ragihand, ew pirsa rewşa niha û pêşeroja Sûriyê ligel bogdanov gotûbêj dike, bi taybet ku Rûsya niha hewl dide tevahiya aliyên opozîsyona Sûriyê bixe yek bereyê.

Şanda ENKSê bi serokatiya Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û endametiya her yek ji endamên Komîta Pêwendiyên Derve Kamîran Hac Ebdo û Mistefa Sîno û endamê ENKSê di Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de Fûad Elîko îro gihêşte Rûsyayê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button