Break newsRaportslide

Şanda ENKS bi serokatiya Ibrahîm Biro ligel qunsila Îtalî li Hewlêrê civiya

Yekîtî Media 25/8/2016

Îro 25 tebaxê, şandek ji encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS bi serokatiya Ibrahîm Biro serokê ENKS û endametiya Kamîran Haco û Silêman Oso li Hewlêrê ligel qunsila Îtalî Alîsandra Dî Bîbo civiyan.

Serokê ENKS rewşa siyasî û abûrî li Sûriyê bigiştî û li Kurdistana Sûrî bi taybetî şirovekir, herwiha li ser siyaset û kiryarên PYD li dijî serkirde û çalakvanên partiyên ENKS axivî.

Qunsila Îtalî piştgiriya xwe ji bo helwestin ENKS diyakir, û nerazîbûna xwe ji kiryarên PYD daxuyakirin, û tekezî li ser berdewamiya hevdîtinan kir jiber giringiya wan di vê qunaxa hestiyar de ya ku Sûriyê tê re derbas dibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button