Break newsRaportslide

Salvegera yekem ya teqîna Qamişlo hat vejandin

Yekîtî Media 28/7/2017

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê û partiya Pêşverû û partiyên Hevbendiyê li bajarê Qamişlo, doh pêncşemê, salvegera yekem ya komkujiya Qamişlo vejandin.

Herweha nivîsgeha jin û ciwanan ya partiya Yekîtî ya Kurd pêşangeheke hunera destan ya pakrewan Hesen bavê Emşa li mala birayê wî li taxa Xerbî lidarxist.

Bi hezaran ji xelkê Qamişlo beşdarî bîranîna pakrewanên Qamişlo bûn, di bneyê de Beşar Emîn endamê emîndariya giştî ya ENKSê gotina ENKSê xwend, piştre Fesla Yûsif cîgira serokê ENKSê nameya serok Barzanî derbarê vê komkujiyê xwend.

Herweha rêxistina Qamişlo ya partiya Yekîtî ya Kurd pêşangeheke ji bo karên hunera destana ya pakrewan Dara Şemsî Hesen bavê Emşa vekir.

Tê zanîn ku pakrewan Dara ji şehîdên teqîna Qamişlo ye, û ew endamê partiya Yekîtî ya Kurd e.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button