Nûçe

Salvegera heştemîn a Komkujiya Amûdê hat vejandin

Bi vexwendinek ji xwecîhiya Amûdê ya bi ser ENKSê ve, Îro Duşemê 27ê Pûşbera 2021an de, welatiyên bajarê Amûdê kombûn û salvegera Heştemîn a komkujiya Amûdê ya ku li ser destê Yekîneyên Parastina gel YPG’Ê yên girêdayî PYD’ê ve pêk hat vejandin.

Welatiyên Amûdê digel serkirdeyên ENKSê bi hildana wêneyên pakrewanan û rahiştina gurzên gulan berê xwe dan goristana Şermûla.

Li goristanê serokê xwecîhiya Amûdê Mihemed Elî Şêxmûs gotina ENKSê pêşkêş kir û tê de tekezî kir ku YPG’ê komkujî pêk anî derheqê xwepêşanderan.

Herwiha Ebdulbaqî Seyda bavê pakrewan Se’d gotina malbatên pakrewanan pêşkêş kir û tê diyar kir êş û azarên xwe û yên welatiyên Amûdê di roja pêncşemê û Îniyê de, ji dorpêçkirinê û qedexeya hatûçûnê û nehîştina limêja Îniyê li bajarê Amûdê yekem car bikin, pêşîgirtina li merasîma oxirkirina şehîdan û gelek karesatan.

Û piştî axaftina Seyda welatiyan berê xwe dan goran, û gurzên gulan danîn li ser gorên pakrewanan
Hêjayî gotinê ku YPG’ê bi guleyan êrîşî xwepêşandanek aştîyane kir ku daxwaza serbestberdana girtiyên siyasî di zindanên PYD’ê de di roja 27ê Pûşbera 2013an ku di encama êrîşê de şeş kesan jiyana xwe ji dest dan

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button