Break newsNûçeslide

Salih Mislim: Ti ferqa Îranê û rêjîma Sûriyê tune ye

Yekîtî Media 16/6/2017

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim got, ku ji ber hevpeymaniya Îran, Qeter û Tirkiyê gelek ciwanên kurd hatine kuştin.

Hevserokê PYDê Salih Mislim di hevpeyvînekê de ligel rojnameya fermî ya Erebistana Siûdiyê êrîş bire ser Îranê û ragihand, ku ti pêwendiyên wan ligel Îranê tine û ew jî weke rêjîma Sûriyê dijayetiya kurdan dike.

Mislim yekem car e di medyaya Erebistana Siûdiyê de bi berfirehî behsa siyaseta partiya xwe dike û eşkere dike, ku ji ber hevpeymaniya navbera Qeter, Îran û Tirkiyê, ew di nav axa xwe de rastî êrîşan hatine û bi hezaran keç û xortên kurd hatine şehîdkirin.

Rûdaw

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button