Break newsNûçeslide

Salih Mislim: em federalîzmeke wek ya Başûrê Kurdistanê li ser bingeha netewî naxwazin

Yekîtî Media 30/1/2017

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) salih Mislim dibêje, em federalîzmeke wek ya Başûrê Kurdistanê li ser bingeha netewî naxwazin.

Hevserokê PYDê salih Mislim di hevpeyvîna xwe ligel rojnameya Erebistana Siûdî “Okaz” re ragihand, “Heger Tirkiyê bixwaze, em amade ne bi Enqerê re diyalogê bikin. Bi Îranê re jî pêwendiyên me tune ne û ew ne hevkarê me ne. Desthilata Tehranê tadeyê li ser Kurdan pêk tîne.”

Salih Mislim diyar dike ku “Ew ne ligel federalizmek bi awayê Başûrê Kurdistanê ne, ku li ser bingeha netewî hate avakirin. Hemû felaket û nexweşî bi egerên dewletbûnê derdikevin. Em dewleta neteweyî ya Kurdî naxwazin.”

Herweha Mislim dibêje: “Em tenê ji bo Kurdên Sûriyê têkoşînê dikin, têkiliya me bi pirsgirêka Kurdan li Îran û Tirkiyê tune ne. Ev babeta Kurdên wan welatan e.”

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button