Break newsNûçeslide

Salih Mislim : Bila Herêma Kurdistanê bi me re alîkar be

Yekîtî Media 1/9/2016

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got, ew dixwazin Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wan re alîkar be.

Li Brukselê Hevserokê PYDê Salih Muslim li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û rewşa dawî ya li hêrêmê gotarek pêşkêş kir.

Salih Muslim diyar kir ku derbasbûna Artêşa Tirk bo nav axa Rojavayê Kurdistanê dagirkeriye û got, Tirkiye dixwaze projeya xwe li herêm bibe serî.

Muslim anî ziman ku di bin fişarên Tirkiyê de ne lê ew dixwazin deskfetên xwe li Rojavayê Kurdistanê biparêzin û  Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wan re alîkar be.

Derbarê operasyona Tirkiyê ya di nav axa Sûriyê de ya bi navê Mertala Firatê de jî Muslim got, Tirkiye êrişî çekdarên DAIŞê nake lê welatiyên sivîl dike hedef û wiha domand:

“Çi kesê ku bixwaze belgeyên li ser peywendiyên di navbera DAIŞ û Tirkiyê de bibînin bila bêne cem me. Em dikarin bi belgeyan peywendiyên Tirkiyê û DAIŞê pesend bikin.”

Hevserokê PYDê herwiha amaje kir ku Encumana Leşkerî ya Cerablusê ji Yekîniyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) cudane.

Rûdaw

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button