Break newsNûçeslide

Salek di ser binçavkirina nûçegihanê Yekîtî Media re Alan Ehmed derbasbû

Yekîtî Media 15/8/2017

Îro sêşemê 15ê tîrmeha 2017an, salek di ser binçavkirina nûçegihanê malpera Yekîtî Media re  rojnamevan Alan Selîm Ehmed derbas dibe, ku berî salekê ji niha ji rex asayişa PYD ve hatibû binçavkirin, dema ku di merasîmên cenazeta pêşmerge Hebîb Qedrî de li bajarê Qamişlo beşdarbûbû.

Tê zanîn ku Alan Selîm Ehmed sala 1994an li bajarê Qamişlo jidayik bûye, û peymangeha petrolê li bajarê Rimêlan bidawîkiriye, herweha ew şagirtê kolîca yasa bû li Hesekê, û nûçegihanê malpera Yekîtî Media bû.

Dadgeha girêdayî PYD salek zindan li Alan birrî, û piştî bidawîbûna salekê bi temamî hîn Alan li nik asayişa PYD binçavkirî ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button