Break newsNûçeslide

Rûsya polîsên xwe yên leşkerî li Efrînê belav dike

 Yekîtî Media 9/9/2017

Rûsyayê polîsên xwe yên leşkerî li herêma Efrîn belav kirine û xalên xwe yên çavdêriyê jî danîne, ji bo çavdêriya rawestandina şer bikin.

Ajanseke Rûsî li ser zarê fermandarê di Polîsa Leşkerî a Rûsî Moqedem Georgî Petronin ku belav kir, hêzên wan serperiştiya pabendbûna rawestandina şer li bakurê Sûriyê li ser hêla di navbera hêzên nakok de belav kirine û belavbûna hêzên wan dê gerentiya berdewamiya agirbestê bike.

Li gor ajansên Rûsî, ji dema belavbûna hêzên Rûsî li Herêma ji sê heta 5 malbatan vegeriyane ser malên xwe û şer heta astekê rawestiya ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button