Break newsNûçeslide

Rûsya navendeke leşkerî li Efrînê ava dike

Yekîtî Media 20/3/2017

Rûsya yekem navenda xwe ya leşkerî li bajarê Efrînê ava dike.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYD ne Rûdûr Xelîl ji ajansa “Reuters” re ragihand, li gor rêkeftinekê di navbera YPG û Rûsyayê de, Rûsya dê navendeke leşkerî li bajarê Efrînê damezrîne.

Berdevkê YPGê aşkere kir, doh roja 19 Adarê ew rêkeftin di navabera YPG û Rûsyayê de hate îmzekirin.

Çalakvanên Efrînê ji çend rojan ve wêneyên otombîl û zirîpoşên ku ala Rûsyayê li ser wan bilindkirî bûn, belav kiribûn.

Li gor zanyariyan, ew navenda leşkerî ya Rûsyayê dê li gundê Kefer Cenê bê damezrandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button