Break newsNûçeslide

Rûsya komîtek lihevhatinê li Efrînê avakiriye

Yekîtî Media 31/8/2017

Rûsya ragihand, wan komîteyek lihevhatina niştimanî li Efrînê ava kirine û rawestandina şer jî lixwe digire.

Herêma Efrînê ne ji deverên “Kêmkirina şer” e, lê li gor Rûsyayê Efrîn di bin çavdêriya navenda lihevhatina niştimanî ya Rûsî de ye, ku navenda wê ya sereke li binkeya Himêmîma Laziqiyê ye û şaxeke wê jî ji Avdara borî ve li Efrînê heye.

Li gor ajansên Rûsî, Cîgirê Fermandarê hêzên Rûsî li Sûriyê general alexei Kim ragihand, Efrîn ne ji deverên kêmkirina şer e, lê di bin çavdêriya navenda lihevhatina niştimanî ya Rûsî de ye û komîteke lihevhatina niştimanî li wir ava kirine.

Li gor wî berpirsê Rûsî, komîteya lihevhatinê dê kar ji bo jiyan li Efrînê asayî bibe. Li gor şopandina wan ji rewşa Efrînê re, divê 25 dibistan ji nû ve bêne avakirin û 18 dibistan pêwîstiya wan bi çakirinê heye. Herweha gotiye, jêrxaneya 18 gundan bi tevahî ziyan dîtiye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button