Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Rûsya keştiyeke mûşekavêj dişîne berava Sûriyê

Yekîtî Media 8/4/2017

Ajansa “Sputnîk” a Rûsî belav kir, ku keştiya mûşekavêj a Rûsî ya bi navê “Admiral Grigorovîç“ ji deryaya reş ber bi deryaya Sipî ve birê ket, ku berê wê li beravên Sûriyê ye.

Li gor wê ajansê, ew keşteya Rûsî vê carê mûşekên ji curê “Caliber” li xwe digre, ku dikare bi dûrahiya 300 k.m armancên xwe pêk bîne.

Doh Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê raghandibû, ku ewê bingehên serbazî li Sûriyê bihêz bike, piştî operasyona Amerîkayê li ser bingeha Şuayrat a leşkerî li Sûriyê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button