Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Rûsya: Amerîka nahêle desthilata Hikûmeta Sûryê vegere tevahiya axa Sûryê

Yekîtî Media
Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand, ku welatê wî, Kurdên Sûryê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên taybet bikar naynin.
Sergey Lavrov di hevpeyvînekê de li gel rojnameyeke Îtalî ragihand, ku Rûsya ti aliyekî Sûrî ji xwe bikar nayne û bi taybetî jî Kurd.
Lavrov got: Em ne li gel wan kesan in ku dibêjin Kurd li Sûryê, ji bo pêkanîna berjewendiyên taybet tên bikaranîn û piştî karên wan bidawî bê ewê bên piştguhkirin.
Herwiha Lavrov got: Divê pirsa bikaranîna Kurdan ji wan kesan bê kirin yên ku wan li ser hizra cudabûnê han didin.
Bi gotina wezîrê derve yê Rûsya, Amerîka nahêle desthilata Hikûmeta Sûryê vegere tevahiya axa Sûryê û vê yekê hişt ku Kurd federaliyê rabigehînin û hêzên xwe damezirînin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button