Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized

Rûsiya Derbarê Sûriyê doza danûstendina li Emerîka dike

Yekiti Media

Wezareta derve ya Rûsyayê radighîne, ku derbarê vekşandina Hêzên Emerîka ji Sûriyê ew amade ne li gel Waşingtonê danûstandinan bike

Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê Sêrgey Verşînîn di daxuyaniyekê de ragihand, danûstandinên wan di derbarê dîtina çareyekê ji krîza Sûriyê re heye û ew ji nêzîk ve biryara Serokê Emerîka derbarê vekşandina Hêzên wê ji Sûriyê dişopînin û diyar kir, Mosko amade ye hemû dozan digel Emerîka gengeşe bike.

Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsya got “biryara vekşandina Hêzên Emerîka ji Sûriyê rewş heta astekê guherand, lê heta niha li ser xaka Sûriyê ew yek çênebûye, û ew hebûna hêzên biyanî, yên ku bê erêkirina hikûmeta Sûriyê li wî welatî ne, ne rewa dibînin”.

Derbarê rewşa Idlibê jî navborî got, “eger Operasyonek serbazî li Idlibê were encamdan, dê ew Operasyon rêxistî be,  û ew nahêlin devereke ewle ji terorîstan re hebe”.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button