Rojên şanoya Kurdî li Tirkiyê hatin qedexe kirin

Yekiti Media

Li Tirkiyê Herêma Çukurova ya Bajarê Edene, rojên Şanoya  Kurdî ji aliyê Parêzgeriya Bajêr ve hate qedexe kirin.

Li Tirkiyê Bajarê Edene ku, bi sed hezeran Kurd lê dijîn, rojên Şanoya  Kurdî ku ji alî HDPê  ve hatibû birêxistin kirin,  hate qedexe kirin.

Rojên Şanoya Kurdî ku biryar bû di rojên 10 heta 13 meha Sibatê  were saz kirin, Parêzgarê Edene qedexe kir.

Di Fermana Parêzgar de hate diyarkirin, ev cûra çalakiya ji bo ewlekariya civaka me gefin, ji bo wê hatin qedexe kirin.

You might also like

Comments are closed.