NûçeRaportslideUncategorized

Rojane zeviyên Kurdan di şewitin û karîsteke mezin rûdide

Yekiti Media

Piştî Amûd Tiltemir Hesekê Tirbesipiyê gundwarên bajarê Dirbêsiyê roja Sêşemê bû armanca agirê ziviyan.

Li parêzgeha Hesekê karîsteke mezin rûdaye û ji bin kontrola welatiyan û desthilata partiya Yekîtîya Dîmuqrat derkeiye û welatî bangên hewriyê li civaka Navdewletî dikin.

Ji êvara Yekşemê 9-6-2019 agir di zeviyên cotkarên devera Tirbespiyê Girkêlegê Dêrikê ne sekinîye û bi hezarê doliman hate şewtandin û ew agir ji bin kontrolê derketiye.

Jêderna ji welatiyên Tirbesipiyê ji Yekîtî Mîdiya re diyar kirin  ku zeviyên 30 gundên  bajarê Tirbespiyê ta ana hatine şewitandin û welatî û girûpên agirkojê hewil didin ku wê agirî vemrînin lê hewildanên wan tev têkçûne û şewat berdewame.

Di heman mijarê de hate ragihand ku agir li gundwarê bajarokê Girkêlegê vêgetiye û metirsî mezin dibin ku ew agir bighêje bîrên Petrolê û kargeha Xazê li devera Kirzîro.

Derbarê van agirê rojana ku li parêzgehê têne dadan cotkar Mihemed Şêxo ji malpera Me re diyar kir ku ev agir piraniya wê bi destê hin kesên nenas tê dadan û got gelek salan werzê çandiniyê li parêzgeha me başe û mîna îsale lê tu caran agir bi vî şêweyê bi zeviyên welatiya neketiye .

Ji aliyê xwe ve welatiyên parêzgeha Hesekê û çalakvanên wê dest bi bangên hewariyê kirine li ser malperên civakî mîna parêzer Seed Hisên yê ku bang li herêma Kurdistana Iraqê û civaka Navdewletî kiriye ku bilez deswerdanê bikin û bi kaziya welatiyan werin.

Di heman mijarê de rêveberiya partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD di daxuyaniyekê de eşkerekir ku ev agir destên xerab li dû hene û rêxistina DAIŞ tewanbar kiri.

Tê zanîn ku ji destpêka werzê çandiniyê li parêzgeha Hesekê şewat di zeviyên welatiyan de berdewame û hezaran dolimyên çandiniya hatiye şewtandin û ziyan gihştiye milyarên lêreyên Sûrî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button