NûçeslideUncategorized

Rixistina partiya Yekîtî li Silêmaniyê konfiransê xwe li darxist

Yekiti Media

Rêxistina Silêmaniyê ya partiya Yekîtî Kurdistanî li kampa Barîka roja Înê 1-3-2019 konfiransê xwe li darxistin.

Bi kîlîkek bê deng ji canê pakrewanên Kurdistanê re konfirans destpê kir û endamên berê yê komîta herêmî raportek li ser karê xwe xwendin.

Di heman konfiransî de rewşa siyasî û li darxistina kongirê Heştemîn yê partiya Yekîtî ji hêla herdû endamên komîta Siyasî Merwan Îdê û Newaf Reşîd hate şirovekirin.

Di dawî konfirans hilbijartinê rêxistinî hatin li darxistin û komîta şax û ya herêmî hatin destnîşan kirin

Tê zanîn ku partiya Yekîtî Kurdistanî di dawiya sala bûrî de kongirê xwe yê Heştemîn li darxist.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button