Break newsNûçeslide

Rikberiya Sûrî riya Ramûsê jibo derbaskirina alîkariyan pêşinyar dike

Yekîtî Media 29/8/2016

Girûpên çekdar yên rikberiya sûrî li bajarê Helebê daxuyaniyek li ser torên civakî belav kirin têde helwesta xwe ji destpêşxeriya netewên yekbûyî derbarê derbaskirina alîkariyên  mirovî ji bo bajarê helebê eşker kirin.

Di wê daxuyaniyê de wan derbaskirina alîkariyan di riya ramûsê re ji dêvla riya kastêlo  pêşniyar kirin j ber ku ew rê kin e û aram e.

Herwiha di daxuyaniya xwe de tekez kirin ku ewê bi hemû destpêşxeriyên alîkariyan pabend bin eger ew destpêşxerî werin  cîbicî kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button