Break newsNûçeslide

Rêxistina Lêborîna Navdewletî daxwaza azadkirina girtiyên ENKSê ji Asayişa PYD dike

Yekîtî Media 15/6/2017

Rêxistina Lêborîna Navdewletî daxwaz ji Asayişa PYD dike endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di zûtirîn dem de ji girtîgehên xwe azad bike.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Emnesty) girtina çalakvan û kesayetên siyasî ji aliyê asayşa PYD ve şermezar kir û daxwaz ji asayşê kir ku di zûtrîn dem de wan kesan serbest berde, ku bêyî ti tuhmetek arasteyî wan bibe, girtî ne.

Emnesty di raporta xwe ya (Hejmara Belgeyê: MDE 24/6381/2017) ku di 13 Hizêranê de belav kiriye dibêje, hêzên ser bi PYD ve, çalakvanên Kurd ên opozîsyonê binçav kirine.

Emnesty di daxuyaniya xwe de navê endamên Emîndariya Giştî ya ENKSê Mihsin Tahir û Emîn Husam û navê endamê Polîtburoya PDK-Sê Beşar Emîn aniye ku hersê serkirde û ji meha borî ve li cem Asayişa PYD ne û di zîndana Elaya ya Qamişlo de di bin şert û mercên xirab de girtî ne.

Tê zanîn ku ji bilî ew navên ku di raporta Emnestyê de hatine, endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulah û endamê Polîtburoya PYKS Silêman Oso di girtîgehên PYD de girtî ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button