Break newsRaportslide

Rêxistina Hewlêrê ya partiya Yekîtî semînarek siyasî lidarxist

Yekîtî Media 15/7/2017

Rêxistina Hewlêrê ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, êvara doh înê, semînarek siyasî lidarxist, ji bo şirovekirina dawîtirîn pêşveçûnên siyasî li ser asta Kurdistanî bi giştî û li ser asta Kurdistana Sûriyê bi taybetî.

Mamoste Ibrahîm Biro serokê ENKSê û sekretêrê partiya Yekîtî di semînarê de li ser dawîtirîn pêşveçûnên siyasî axivî, û bi taybet li ser rewşa ENKSê û giringiya hebûna wî di nav rikberiya Sûrî de , û di hevdîtinên navnetewî de yên girêdayî rewşa Sûriyê, ji bo çareserkirina pirsa Kurd, û tekezkir ku ENKSê bi hemû şiyanên xwe hewil dide ku dengê xwe bighîne raya giştî ya cîhanî.

Di dawiya semînarê de mamoste Ibrahîm Biro bersiva pirsên amadebûyan da.

2 3

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button