Break newsNûçeslide

Rêxistina DAIŞ ji nava Tedmurê vekişiya

Yekîtî Media 11/12/2016

Piştî ku çekdarên DAIŞ duh derbasî nava bajarê Tedmurê li Sûriyê bûn, îro ji nava bajêr vekişiyan derveyî bajêr.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, Çekdarên DAIŞê ji 6 aliyan ve êrîşî bajarê Tedmurê ya dîrokî kirin û karîn 8 xalên Artêşa Sûriyê jinav bibin.

Doh û piştî şerekî di navbera Artêşa Sûriyê û çekdarên DAIŞê de, hat ragihandin, bêhtir ji 50 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, Hat ragihandin, ku rêjîma Sûriyê hêzeke piştevaniya şande Tedmurê û di bin bandora êrîşên asmanî, îro DAIŞ ji nava bajêr berve bakurê bajêr ji devera Besatîn vekişiya.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button