NûçeslideUncategorized

Rêveberiya Xweser gefên Tirkiyê red dike

Yekiti Media

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhelatê Sûriyê di daxwiyanieykê de gefên Tirkiyê li ser navçeyên Girê Sipî û Til Rifet red kir û ragehand, ew bi ti awayî wan gefan qebûl nakin û tekez kir, danûstandin baştirîn rêya aştiyê ye ji bo çarekirina pirsgirêkan û gengeşekirina nerînên cuda.

Di daxwiyaniya Rêveberiyê de herweha hatiye, gefên Tirkiyê li ser wan navçeyan, berdewamiya siyaseta Tirkiyê ya ji bo nehiştina aramî û lêdan e ji hewlên çarekirina krîza Sûriyê re.

Rêveberiya Xweser herweha bang li raya giştî ya cîhanî, Netewên Yekgirtî, Yekîtiya Ewropa û hemû aliyên, ku çareserkirina krîza Sûriyê dixwazin, ku helwesta xwe li himber binpêkirinên Tirkiyê û dagîrkirina wê ji xaka Sûriyê û gefên berdewam li ser navçeyên Rêveberiya Xweser zelal bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button