Break newsNûçeslide

Rêjîma Sûriyê rapora Netewên Yekgirtî li ser pirsa bikaranîna çekê kîmawî red kir

 Yekîtî Media 9/9/2017

Ajansa SANA ya fermî ragihand, rêjîma Sûrî rapora Netewên Yekgirtî li ser pirsa bikaranîna çekên kîmawî red dike û dibêje wan çekên kîmawî li dijî gelê xwe bikar neaniye û bikar naynin, ji ber ku ew corê çekan li cem Sûriyê peyda nabin.

Çarşema derbasbûyî, komîta lêkolînan li ser tawanên cengê li Sûriyê, ku ji bo lêkolînê li ser êrîşa Nîsana derbasbûyî li navçeya Xan Şêxûn ya ser bi Idlibê ve, ji aliyê  Netewên Yekgirtî ve hatibû erkdarkirin, piştî encamdana lêkolînê, di rapora xwe de tekez kir, ku hêzên rêjîma Sûriyê 27 caran çekên kîmawî di salên şer de bikar aniye.

Heman komîteyê tekez kir, ku firokeyên cengî yên Sûrî, di Nîsana derbasbûyî de, Gaza Sarîn li navçeya Xan Şêxûn ya ser bi Idlibê ve bikar anîne û di encamê de bêtirî 80 welatiyên sivîl canê xwe jidest dan, wê yekê hişt ku îdara serokê nû yê Amerîka Donald Trump êrîşî bingehên serbazî û firokexaneya Şueyrat bike, ku firokeyên Sûrî ji wê firokexaneyê bi çekên kîmawî êrîşî Xan Şêxûn kiribûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button