Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Rêjîma Sûriyê ji Amerîka xwest bê merc hêzên xwe ji xaka Sûriyê bikşîne

Yekîtî Media

Jêderekî ji wezareta derve ya rêjîma Sûriyê ji ajansa fermî ya hikûmeta Sûryê re ragihand, ku hebûna hêzên Amerîka û her hêzekî bê erêkirina hikûmetê li ser axa Sûryê, serweriya wî welatî û yasayên navdewletî binpê dike.

Heman jêderî got: Hebûna hêzên Amerîka li Sûryê bi ti awayî nayê qebûlkirin, Amerîka roleke xirab li Sûryê dilîze, û bi berdewamî kar dike ku bizavên çarekirina kirîza Sûriyê ji nav bibe, ew jî ji bo xizmetkirina pirojeya Israîl li deverê.

Herweha wezareta derve ya Sûryê ji Amerîka xwest hêzên xwe bê merc ji Sûryê bikşîne ji ber ku bi gotina wê: Hebûna wan hêzan li Sûryê serweriya wî welatî û serxwebûna wî binpê dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button