Break newsNûçeslide

Rêjîma Sûriyê derbasî sînorê Reqayê dibe û xalên HSDê topbaran dike

Yekîtî Media 8/6/2017

Hêzên Rejîma Sûriyê bi çekên giran xalên HSDê yên li başûrê bajarokê Meskene topbaran kirin.

hin ajansên nêzîkî HSDê belav kirine ku rêjîmê êrîşa xwe li başûrê bajarokê Meskene encam daye, ku ew bajarok li rojavayê Reqayê dikeve, bê ku ziyanyên wê êrîşê aşkere bikin.

Ji aliyê xwe ve ajansa “SANA” ya rêjîma Sûriyê belav kiriye, ku wê baregehên DAIŞê li rojavayê Reqayê kiriye armanc û hejmarek ji çekdarên wê rêxistinê kuştine.

Berî çend rojan artêşa Sûriyê bajarokê Meskenê ya li rojhilata Helebê û nêzîkî parêzgeha Reqayê ye ku dawî beregeha DAIŞê li helebê bû kontrol kiribû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button