Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Rêjîma Sûrî mezintirîn taxên Rikberiyê li Helebê desteserkir

Yekîtî Media 26/11/2016

Artêşa Sûriyê kontrolkirina taxa rojhilata Helebê Mesakin Henano û navçeya hawîrdora wê bi temamî ragihand.

Ajansa “SANA” ji jêdereke belav kir, îro danê êvarê yekîneyên artêşa Sûriyê bi hevkariya hin hêzên alîkar di operasyneke taybet de karîn taxa rojhilata Helebê Mesakin Henano û navçeya hawîrdora wê bi temamî kontrol bikin.

Herweha heman jêderê ragehand, di wê operasyonê de ziyaneke mezin gehiştiye çekdarên Rikberiyê yên ku di navçeyê de bûn û piştî girtina wê taxê jî, tîmên endazyariyê dest bi paqijkirina navçeyê ji mayînên ku wan çekdaran li cadeyan danîbûn, kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button