Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Rêjîma Sûrî: Êrîşa şevê din ji bingehên Amerîkî û Birîtanî li bakurê Urdinê bûye

Yekîtî Media
Şevê din hejmarek ji bingehên serbazî yên hêzên ser bi Îranê ve li Sûryê rastî êrîşê hatin û di encamê de 26 çekdarên Îranî û alîgirên rêjîma Sûryê hatin kuştin.
Rojnameya Tişrîn a ser bi rêjîma Sûryê ve, ji ser zimanê hin jêderan belav kiriye, ku ew êrîşa şevê din li dijî hin bingehên serbazî yên Hikûmetê li gundewarên Heleb û Hemayê hatiye kirin, ji bingehên Amerîkî û Birîtanî hatiye encamdan.
Heman rojnameyê diyar kir, ku ew bingeha ji wê êrîşî derdora Heleb û Hemayê bûye, li bakurê Urdinê ye û di wê êrîşê de neh mûşekên balistî hatine bikaranîn.
Lê ji aliyê xwe ve, Îdara Amerîkî encamdana wê êrîşê li dijî bingehên serbazî li Sûrya red kir.
Kenala CNN ya Amerîkî, ji ser zimanê hin jêderên serbazî yên Amerîkî belav kiriye, ku ti pêwendiya Amrîka û Hevpeymaniya Navdewletî bi êrîşa li ser bingehên serbazî yên Hikûmeta Sûryê li Hema û Helebê tine ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button