NûçeslideUncategorized

Rêjeya ne razîbûnê li Efrînê bilind dibe

Yekiti Media

Rojnameya Elheyat ragihand ku rêjeya nerazîbûnê ji rewşa ewlekariyê li bajarê Efrînê bilind bûye û bi taybet ji kiryarên hêzên rikberiyê yên çekdar.

Heman rojnameyê diyar kir ku hêzên rikberiyê yên çekdar rêjeya germolî û dizîyê li bajar bilind kirine û tu çavdêrî li ser wan tune ye.

Ji hêla xwe ve Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku hêzeke çekdar firoşgeheke pêşesaziyê talan kir û bi beranberî 60 melyon lîreyîn Sûrî kel û pel jê dizîn.

Tê zanîn ku rojana li bajarê Efrînê û derdora wê binpêkirinên mavê mirovan ji hêla hêzên rikberiyê yên çekdar tê ne tomarkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button