Break newsNûçeslide

Rastîya mirina ciwanekî ji Amûdê di serbazgehên leşkeriya Bizorê ya PYDê

Yekîtî Media 6/2/2017

Doh yekşemê, li bajarê Amûdê ciwanê bi navê Amir Elî Derwîş Qerno jiyana xwe jidest da , piştî ku bi giranî di sînga xwe de nexweşketibû di hundirê serbazgeheke leşkeriya bi zorê ya girêdayî PYDê.

Amir berî heyvekê hatibû binçavkirin ji rex asayişa PYDê ve ji bo leşkeriya bizorê, û dema ku rewşa wî ya tenduristî xerab ket, bavê wî derman birin wê serbazgeha ku ew lê bû, lê berpirsên wê serbazgehê ew derman negiritn lewra rewşa Amir ya tenduristî pir têkçû, û piştî du rojan di nexweşxaneyekê de jiyana xwe ji dest da.

Amir Qerno sala 1993 li Amûdê jidayik bûye, ew ji malbateke naskirî ye bi xebata xwe ya netewperwerî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button