Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Qeter: Şandina hêzên Erebî ji bo Sûrya wê rewşê aloztir bike

Yekîtî Media
Wezîrê derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdilrehman Al-Sanî, di hevdîtinekê de ji kenal Frence24ê re ragihand, ku şandina hêzên Erebî ji bo Sûrya, wê rewşê li wî welatî bêtir tevlîhev bike.
Mihemed Bin Ebdilrehman Al-Sanî diyar kir, ku divê her biryarek derbarê Sûrya, di çarçoveya çareyeke giştî de, ji bo bidawîkirina kirîza wî welatî bê stendin.
Got jî: “Heger sîstemek zelal derbarê Sûrya hebe, em amade ne beşdariyê di her pirosêsekê de bikin”.
Derbarê daxuyaniyên wezîrê derve yê Siûdiyê Adil Cubêr, ku têde gotibû divê Qeter baca mana hêzên Amerîkî li Sûryê bide, wezîrê derve yê Qeterê got: “Daxuyaniyên Cubêr ne hêjayî bersivdanê ne”.
Berî niha hin berpirsên îdara Amerîkî ragihandin, ku serokê Amerîka Donald Trump dixwaze hêzên hin welatên Kendava Erebî, li şûna hêzên Amerîkî li bakurê Sûrya belav bike, piştre wezîrê derve yê Siûdiyê ragihand, ku ew ji wê yekê re amade ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button